li çiyayên Amanosê leşkerekî Tirk hate kuştin
Li bajarê Antakya yê Bakurê Kurdistanê leşkerekî Tirkiyeyê hate kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Antakya yê Bakurê Kurdistanê leşkerekî Tirkiyeyê hate kuştin.
Îro piştî nîvro li bajarê Antakyayê li çiyayên Amanosê di navbera hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê û endamên PKKê de şer derket. Di encamê de leşkerekî Tirkiyeyê canê xwe ji dest da.
Derbarê mijarê Parêzgeriya Antakyayê daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku, operasyona li hemberî PKKê ya li çiyayên Amanosê mehek û nîv e berdewam dike.
Hefteya borî Parêzgeriya Antakyayê gundewarên çiyayên Amanosê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet ragihandibû.