Serokatiya Herêma Kurdistanê raporta proseya çaksaziyê belav kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê raporta salane ya çaksaziyê belav kir. Ew raporta ku lêjneya nehîştina gendeliyê amade kiribû, ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hat pesendkirin û belavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya Herêma Kurdistanê raporta salane ya çaksaziyê belav kir. Ew raporta ku lêjneya nehîştina gendeliyê amade kiribû, ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hat pesendkirin û belavkirin.

Raporta Çeksaziyê ku ji 11 madeyan pêk hatiye, ji wan jî petrol, dahat û xerciya giştî, sîstema bayometrîk ya tomarkirina navên karmandan, Wezareta Pêşmerge û karûbarên serbazî, derman, Zêdegavî li ser milkên giştî, rûbirûbûna gendeliyê û tedbîrên hiqûqî, plana reforma aborî û Wezareta Pilandanînê, vegerandina milk û serweta giştî ne.

Her madeyek jî çendîn babet û pirsên cuda li xwe girtiye û çaksazî di her madeyekê de salek bo lêkolînê hatiye danîn û dibêje: “Piştî fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 26 Sibata 2016an de bo encamdana çaksaziyê di hikûmeta Herêma Kurdistanê de, dam û dezgehên pêwendîdar yên Herêma Kurdistanê, di maweya salekê de kar bo cibicîkirina proseya çaksaziyê dikin.”