Peugeot, Opel dikire
Di kerta mezin a otomobilan de gotinek heye, Şirketa Amerikî General Motors, ku xwediyê otomobila Almanî Opel e jî, li gel hevrikê xwe PSA Peugeot Citroen re hevdîtinan dike, ji bo firotina Opel.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di kerta mezin a otomobilan de gotinek heye, Şirketa Amerikî General Motors, ku xwediyê otomobila Almanî Opel e jî, li gel hevrikê xwe PSA Peugeot Citroen re hevdîtinan dike, ji bo firotina Opel.
Marka ya Opel bi salan e, di cîhana otomobîlan de şikestin xwariye û nikare bigihe asta otomobilên din ên navdar di bazarê de. Li gor aborîzan û zanyarên kerta otomobîlan, firotina Opel bo Peugeot van rojan dê bê ragihandin.
Ev çendîn sal in, Peugeot Citroen û Opel bi hevûdu re hin modelan dadixin bazarê.