Li Bexdayê teqîn: 8 kuştî, 40 birîndar
Di encama teqîna otombîleke bombebarkirî de, li navçeya Beya'a li başûrê Bexdayê 8 kes hatin kuştin û 40 kesên din jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama teqîna otombîleke bombebarkirî de, li navçeya Beya'a li başûrê Bexdayê 8 kes hatin kuştin û 40 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor medyayê Iraqî, teqîn lombûneke welatiyên sivîl li navçeya Beya'a kiriye armanc, di encamê de 8 kes hatin kuştin û 40 kesên din jî birîndar bûn.
Jêderekî ewlehiyê yê ji parêzgeha Bexdayê ragihand, otombîla bombebarkirî li ser riyeke navçeya Beya'a rawestiyabû, piştre hate teqandin.
Hêzên ewlehiyê gihêştin navçê û tîmên hawarhatinê birîndar bo nexweşxaneyên Bexdayê veguhstin.