Barzanî Peykerê Pêşmerg diyarî Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova beşdarîkirina di Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê, duh ligel Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova beşdarîkirina di Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê, duh ligel Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis civiya.
Piştî civîna, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Peykerê Pêşmerge diyarî Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis kir.
Peykerê Pêşmerge, du Pêşmerge û Goka Zemînê ye, ew jî amajeyek e ku Pêşmerge parêcîhanê ye û li cihê hemû cîhanê şerê li dijî DAIŞê dike.

Herwiha duh jî, Serok Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Ermenistanê Edward Nalbandian civiya, dawî pêşhat û guhartinên navçê, şerê li dijî DAIŞê û serkeftinên Pêşmerge pirsên sereke yên civînê bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mebesta beşdarîkirina di 53emîn Konferansa Asayişa Cîhanê ya Munchenê, li Almanyayê. Konferans jî duh ji 17 vê mehê li bajarê Munchena Almanyayê bo 3 rojan birêve diçe.
Zêdetir ji 500 kesayetiyên siyasî beşdariyê di konferansê de dikin û Serok Barzanî jî di çarçova beşdarîkirina xwe de çendîn hevdîtin ligel serkirdeyên cîhanê dike.