HSDê 66 sivîl li rojhilatê Reqayê rizgar kirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçova operasyona Reqayê de 66 sivîlan ji gundê Ebo Xeşeb yê li rojhilatê Reqayê rizgar kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçova operasyona Reqayê de 66 sivîlan ji gundê Ebo Xeşeb yê li rojhilatê Reqayê rizgar kirin.
HSDê li ser malpera xwe belav kir ku, şervanên operasyoana “Hêrsa Ferêt” karîn 66 sivîlan ji welatiyên gundê Ebo Xeşeb li rojhilatê bajarê Reqayê ya ku di jêr destê DAIŞê de rizgar bikin.
HSDê amaje bi wê yekê jî kir, bi mebesta rizgarkirina gundê Ebo Xeşeb, ew gund niha di dorpêçê de ye.
Tê zanîn odeya operasyonan ya Hêrsa Ferêt di 16ê vê mehê de qonaxa sêyemîn ya operasyona Reqayê ragihandibû, ku di encamê de heta niha hejmarek ji gund li rojhilatê bajarê Reqayê kontrol kirine.