Li Sêwasê 23 kes bi tuhmeta PKKê hatin girtin
Li bajarê Sêwasê yê Bakurê Kurdistanê 13 kes bi tohmeta endambûna PKKê, piştî dadgehkirinê hatin girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Sêwasê yê Bakurê Kurdistanê 13 kes bi tohmeta endambûna PKKê, piştî dadgehkirinê hatin girtin.
Polîsên Sêwasê berî 5ê rojan operasyonek pêk anîbûn û bi ser malan de girtibûn. Di encamê de 15 xwendekarên zanîngehê hatibûn binîavkirin.
Hat zanîn ku, îro piştî dadgehkirinê 13 kes bi tohmeta endamtiya PKKê hatin girtin. 2 xwendekarên din jî bi kontrola adlî hatin berdan.
Herwiha îro li bajarê Stenbolê jî 10 kes bi tohmeta “li ser medyaya civakî bangeşeya PKKê kirine” hatin binçavkirin.