Civîna Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîka dest pê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova beşdarêkirina di Konferansa Asayişa Cîhanê, îro li bajarê Munchena Almanyayê ligel Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova beşdarêkirina di Konferansa Asayişa Cîhanê, îro li bajarê Munchena Almanyayê ligel Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence civiya.

Mike Pence yekem car wek Cîgirê Serokê Amerîka ligel Serokê Herêma Kurdistanê dicive, lê berê di navbera herdu aliyan de hevdîtin û civîn hebûne.

Ew berpirsê pilebilind yê Amerîka yek ji wan kesên bi bandor e di rêveberiya nû ya Amerîka de, ku şarezayê pirsê Kurd e û helwestên wî derbarê Kurd de baş û erênî ne.