Işik: Amerîka rê nade PYD kantonan bike yek
Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Fikrî Işik ragihand, Amerîkayê ji wî re gotiye ew rê nadin PYDê kantonan bike yek.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Fîkrî Işik ragihand, Amerîkayê ji wî re gotiye ew rê nadin PYDê kantonan bike yek.
Işik ji rojnameya “Hurriyet” re diyar kir ku, operasyona wan a Mertala Ferêt encamên baş daye. Çend roj berê ew bi Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê James Mattîs re civiya ye û Mattîs behsa 3 mijarên girîng kiriye.
Li gor daxuyaniya Işik Mattîs gotiye, Amerîka rê nade PYDê kantonan bike yek. Herwiha Amerîka dê di şerê PKKê de zêdetir piştgiriyê bide Tirkiyê û derbarê operasyona Mertala Ferêt de jî dê alîkariya Tirkiyê bike.
Işik derbarê operasyona Reqayê de jî da zanîn, Amerîka gotiye plana wan a yekemîn heye, lê bila plana duyemîn jî Tirkiye amade bike. Serdana Sererkanê Amerîkayê bo Tirkiyê ya hefteya borî jî di çarçoveya vê planê de pêk hatiye.