Li Nisêbînê, 39 kes hatin binçavkirin

Piştî şer û pevçûnan li gundê Xeraba Bava ya Nisêbînê, 39 kes hatin binçavkirin û nehate hîştin ku şanda HDP û KCD derbasî gund bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî şer û pevçûnan li gundê Xeraba Bava ya Nisêbînê, 39 kes hatin binçavkirin û nehate hîştin ku şanda HDP û KCD derbasî gund bibin.

Beriya 9 rojan li bejahiya navçeyên Nisêbîn, Masertê û Artuklu yên Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragehandin û piştre jî hêzên ewlekariya Tirkiyê dest bi operasyonê kirin.

Di pevçûna du roj berê de li devera gundê Xeraba Bava ya Nisêbînê de, 2 endamên PKK canê xwe ji dest dan û polîsek û leşkerek jî birîndar bûn. Medya Tirkiye radigihîne ku, wan kesan li bajarên mezin yên Tirkiyê çalakî kirine û pilebilindên PKK ne.

Şanda ku ji Parlamenterên HDP û rêveberên DBP û KCD pêk dihatin derbasî Nisêbînê bûn, lê destûr nehat dayîn ku biçin gundê Xeraba Bava.

Gundiyan destnîşankirin, hêzên ewlekariya Tirkiyê li gund, gelek xanî şewitandin û 39 kes bi êşkenceyê girtin binçavan û ji 2 kesan jî agahî nîne.