Hêzên Iraqî 17 gund rizgar kirin
Fermandarê Operasyona “Hatin Neynewa” radigihîne, hêzên Iraqî 17 gund li başûrê rojavayê Mûsilê kontrol kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarê Operasyona “Hatin Neynewa” radigihîne, hêzên Iraqî 17 gund li başûrê rojavayê Mûsilê kontrol kirin.
Fermandarê Operasyona “Hatin Neynewa” Ebdilemîr Yarela dawî pêşveçûnên hêzên Iraqê ragihand û got: “Me karî gundên Lezge, Kerame, Bocorî, Cemase, Gîntire, Zwgrotiye, Ezbe û Kafor û herwiha riya Hemam Elîl – Mûsil – Bexda kontrol bikin.”
Yarela got jî: “Firqeya 9 Zirîpoş Baxîre, Heraqiyat, Îbrahîmiye, Îmam Hemze û Til Gîsom kontrol kirin.”
Duh sibê, Serokwezîr û Fermandarê Hêzên Çekdarên IraqêHeyder Ebadî destpêkirina operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê ragihand.
Rojavayê Mûsilê ji 35 taxan pêk tê, ku ji sedî 40 ji tevahiya Mûsilê ye û tê pêşbînîkirin 650 hezar kes di wê beşê de di bin destê DAIŞê de dimîne. Heryek ji artêşa Iraqê, Polîsa Federal û Heşda Şeibî beşdarî operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê dibin.
Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17 Cotmeha 2016an de bi beşdariya hêzên Iraqî û Kurd dest pê kir, piştî ku beşeke mezin ji navçeyên derdora Mûsilê ji aliyê Pêşmerge ve hatin rizgarkirin û piştî 3 mehan ji operasyonê Dijetrora Iraqê kontrolkirina rojhilatê Mûsilê ragihand.