Parlementerekî HDPê hate binçavkirin

Perlemantarê Partiya Demokratîk a gelan (HDP) Behcet Yildirim hate binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Perlemantarê Partiya Demokratîk a gelan (HDP) Behcet Yildirim hate binçavkirin.

Li gor nûçeya ajansa “Dogan” îro ber destê sibê Parlementerê HSDê Behcet Yildirim li firokxaneya Samsûrê hate binçavkirin.

Hat ragihand, Dadgeha Yekemîn a Tawanên Giran a Samsûrê bi tuhmeta hevkarî û propagandaya terorê dozek li dijî Yildirim hatiye vekirin, lê Yilidirim amade nebûye biçe pêş dadgehê.

Li hember wê yekê jî, biryara desteserkirina derdikeve û îro sibê di dema geştkirina bo Enqerê li firokxaneyê hate desteserkirin.

Behcet Yildirim, pizîşkê nexweşxaneya jinan û zarokan e, di sala 2015an de li ser lîsta HDPê bû parlementer.