Barzanî serdana Fransayê dike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Fransa dike û ligel Serokê Fransayê François Holan dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Fransa dike û ligel Serokê Fransayê François Holan dicive.
Li gor zanyariyên K24ê, sibe Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Parîsê dike û li koşka Elysee ji aliyê Serokê Fransayê ve tê pêşwazîkirin.
Serdana Barzanî bo Fransayê, piştî beşdariya di Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê tê, ku duh karê konferansê xwe bidawî bû.
Herwiha serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser vexwandineke fermî ji Serokatiya Fransayê ve ye.
Tê çaverêkirin, di civîna Barzanî û Holand de dawî pêşhatên şerê DAIŞê, operasyona rizgarkirina Mûsilê û hevkarîkirina zêdetir ji hêza Pêşmergeyên Kurdistanê gotûbêj dikin.
Serdana Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Parîsê û civîna ligel Serokê Fransa François Holand tê jî, ku roja 2 Çileya îsal Holand serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Barzanî civiya, piştre jî serdana çeperên Pêşmerge kir.