Holand li Koşka Alyzee pêşwaziya Barzanî dike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro ligel Serokê Fransa li Parîsê pirsa rûbirûbûna terorê gotûbêj dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro ligel Serokê Fransa li Parîsê pirsa rûbirûbûna terorê gotûbêj dike.
Serok Barzanî li ser vexwandineke fermî ji aliyê Serokê Fransa François Holand çûbû Koşka Alyzee û pirsa şerê li dijî terorê û hevkarîkirina Pêşmerge gotûbêj dike.
Di destpêka îsal de, Serokê Fransa serdana Hewlêrê kir û piştî ligel Serok Barzanî civiya, serdana eniyên şer ên Pêşmerge kir.
Pêwendiyên dîrokî di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê hene, di kêmtir di şeş mehan de jî Serok Barzanî û Serokê Fransayê sê car in hevdu dîtin.
Herwiha Fransa jî beşdariyê di Hevpeymaniya Navdewletî de dike û berdewam hevkariyên serbazî pêşkêşî Pêşmerge dike.