Serok Barzanî serdana Enqerê dike
Serokê Herêma Kurdistanê, piştî hevdîtina xwe ligel Serokê Fransayê François Hollande li Parisê, di rojên bê de dê seredana Enqeyê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê, piştî hevdîtina xwe ligel Serokê Fransayê François Hollande li Parisê, di rojên bê de dê seredana Enqeyê bike.
Li gor agahiyên Wezareta Derve ya Tirkiyê û Ofîsa ragihandinê ya Serokomariyê, Serok Barzanî di rojên bê de ligel şanda bilind ligel ji bo hevdîtinan tê Enqerê.
Tê çaverêkirin, Serokê Herêma Kurdistanê ligel Serokomar Recep teyip Erdogan û Serokwezîr Binalî Yildirim bicive.
Di hevdîtinan de babetên serxwebûna Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr û Enqerê, şerê li dijî DAIŞ dê mijarên giftûgoyan bin.