Baluken hate binçavkirin

Parlementerê Diyarbekirê û Cîgirê Serokê Grupa Parlementoyê yê HDPê Idris Baluken ji alî hêzên dijeterorê ya dezgeha ewlehiya Enqerê ve hate binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Diyarbekirê û Cîgirê Serokê Grupa Parlementoyê yê HDPê Idris Baluken ji alî hêzên dijeterorê ya dezgeha ewlehiya Enqerê ve hate binçavkirin.

Li gor agahiyan Baluken, li ser daxwaza dadgeha tewanên giran a 8an ya Diyarbekirê ve hatiye binçavkirin.

Baluken di 30ê meha Çile de ji alî heman dadgehê ve hatibê azadkirin, lê daxwaza careke din girtina wî, ji dadgehek bilindtir hatibû kirin. Li ser vê daxwaza dadgehê careke din biryara girtina wî hate dan.