Parlementeriya Fîgen Yuksekdag hate xistin

Parlementeriya Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag hate xistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementeriya Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag hate xistin.

Ev biryar ji aliyê Wezareta Dadê ve bo parlementoyê hate ragihandin.

Beriya ku Fîgen Yuksekdag bibe parlamenter ji ber sucekî cezayê wê hatiye çespandin. Sedema xistina parlementeriya wê ev yek tê destnîşankirin.

Bi vê yekê hejmara parlamenterên HDPê ya li Parlamentoya Tirkiyê ji 59an dakete 58an.

Fîgen Yuksekdag hîna di girtîgeha Kandirayê de girtî ye.