Civîna Barzanî û Holand dest pê kir
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokê Fransa li Parîsê dest pê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokê Fransa li Parîsê dest pê kir.
Serok Barzanî li ser vexwandineke fermî ji aliyê Serokê Fransa François Holand çûbû Koşka Alyzee û pirsa şerê li dijî terorê û hevkarîkirina Pêşmerge gotûbêj dike.
Li ser malpera Koşka Alyzee dema behsa civîna Serok Barzanî û Holand kiriye, Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê daye nasîn û bi ti awayekî amaje bi navê Iraqê nekiriye, ev yek jî wek pêşveçûneke mezin û pêngaveke dîplomasî ya mezin tê hejmartin.
Serdana Barzanî bo Fransayê, piştî beşdarîkirina di Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê hat, ku roja 19 Sibatê karên xwe bidawî kiribû.
Di destpêka îsal de, Serokê Fransa serdana Hewlêrê kir û piştî ligel Serok Barzanî civiya, serdana eniyên şer ên Pêşmerge kir.
Pêwendiyên dîrokî di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê hene, di kêmtir di şeş mehan de jî Serok Barzanî û Serokê Fransayê sê car in hevdu dîtin.
Herwiha Fransa jî beşdariyê di Hevpeymaniya Navdewletî de dike û berdewam hevkariyên serbazî pêşkêşî Pêşmerge dike.
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)