Li Wanê kursa dansên Salsa û Tangoyê
Li bajarê Wana ku bi pisîk, gol û taşteya xwe tê zanîn niha jî bi saya Akademiya Hunerê ji bo şêniyên bajêr perwerdehiya dansên Salsa û Tangoyê tên dayîn. Reveberên akademiyê bi vê yekê armanc dikin ku pêşdaraziya li ser bajarên Kurdistanê ji holê rakin.
K24 – Wan
Li bajarê Wana ku bi pisîk, gol û taşteya xwe tê zanîn niha jî bi saya Akademiya Hunerê ji bo şêniyên bajêr perwerdehiya dansên Salsa û Tangoyê tên dayîn. Reveberên akademiyê bi vê yekê armanc dikin ku pêşdaraziya li ser bajarên Kurdistanê ji holê rakin.
Li Bajarê Wana Kurdistanê bi destê Akademiya Hunerê ya bi navê Kumbara, bi çalakî û qûrsên cuda cuda jiyana welatiyên Wanê rengîntir dike. Di vê akademiyê de ji bo şêniyên Wanê perwerdehiya dansa Salsa ya ku wek dansa modern ya Amerîkaya Latîn û Amerîkayê tê dîtin û dansa Tangoyê ya welatên Arjantîn û Uruguayê tê dayîn.
Ligel welatiyên Wanê mamoste, bijîşk û endezyarê ku tên Wanê dixebitin jî, tên li vir hînî Tango û Salsayê dibin û stresa xwe diavêjin. Mamosteya akademiyê Selîn Bayburt ya ku wek bijîşkekê hatiye li Wanê dixebite dibêje, 5 sal berê niha ew li Sitenbolê hînî van dansan bûye û niha jî li Wanê welatiyan fêrî dansên biyanî dike.
Mamosteya dansên Salsa û Tangoyê Selîn Bayburt li ser vê kursê ji K24ê re axivî û got: "Di heyamên pêşî de zêde bala welatiyan ne dikşand, tenê Karmend, mamoste û bijîşkên bajêr dihatin perwerdehiyê. Lê niha roj bi roj hejmara qursiyerên me zêde dibe. Li Wanê ligel folklora herêmê dansên biyanî jî pêşdikevin. Şêniyên herêmê jî zû fêr dibin, ji ber ku hemû hêst û ramanên xwe bi govend û lîstikan tînin zimên.”
Di vê akademiyê de her hefte nêzîkî 4 saetan perwerdehiya Salsa û Tangoyê tê dayîn û dê qurs 2 mehan bidom e. Niha nêzîkî 40 qursiyerên akademiyê hene. Midûrê Akademiyê Selahattin Dogrul jî dibêje, wan ji bo ku pêşdaraziya li ser bajarên Kurdistanê ji holê rakin dest bi xebateke bi vi rengî kiriye û radigihîne ku niha welatiyên ku ji metropolên Tirkiyê hatine jî eleqeyeke mezin nîşanî qursê didin.
Midûrê Akademiyê Salahattin Dogrul got jî: "Pêwîst e têgiha bajarên Rojavayê Tirkiyê ya li ser bajarên me bê guherîn. Dibêjin ku li welatê me tenê şer û pevçûn hene, nexêr. Di vê akademiyê de li gelek deverên Tirkiyê baştir xebatên çandî tên kirin. Bi dayîna perwerdeya Salsa û Tangoyê bajarê me wê bibe navendekî guzîde.”
Di akademiyê de ligel perwerdehiya lîstikên gelerî yên herêmê, listikên herêma Behrareş û Egeyê jî tên fêrkirin. Herwiha rayedarên akademiyê amaje bi wê yekê dikin, piştî perwerdehiya dansên Salsa û Tangoyê wê li Wanê şahiyeke mezin li dar bixin û dê hunera qursiyerên xwe pêşkeşî gelê Wanê bikin.