Li Mêrdînê şer deket

Li gundewarên bajarê Mêrdînê şer derket endamekî PKKê canê xwe ji dest da û 2 leşkerên Tirk jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gundewarên bajarê Mêrdînê şer derket endamekî PKKê canê xwe ji dest da û 2 leşkerên Tirk jî birîndar bûn.

Parêzgeriya Mêrdînê derbarê operasyona li gundewarên navçeya Nisêbîn, Masert û Artukluyê daxuyanî da.

Li gor daxuyaniya parêzgeriyê di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li gundê Xerabê Bava endamekî PKKê canê xwe ji dest daye û 2 leşkerê Tirk jî birîndar bûne. 

Parêzgerî duh jî ragihandibû, ku li gundê Xerabê Bava 4 endamên pilebilind yên PKKê canê xwe ji dest dane.

Ji 11ê Sibatê ve li gundewarên Nisêbîn, Masert û Artukluyê qedexeya derketina derva berdewam dike û li hemberî PKKê operasyoneke berfireh tê birêvebirin.

Li gor ajansên nêzikê PKKê jî leşker tedayek tund li gundiyên Xerabê Bava kirine û ji 2 gundiyan pêwendî hatiye birîn.