John Mccain serdana Kobanê kir

Sînatorê Amerîkî John Mccain serdana Bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê kir û ligel berpirsên serbazî yên Amerîkî û YPGê civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sînatorê Amerîkî John Mccain serdana Bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê kir û ligel berpirsên serbazî yên Amerîkî û YPGê civiya.

Rojnameya “Wall Street” a Amerîkî belav kir, Sînatorê Amerîkî John Mccain piştî serdana xwe bo Enqerê û hevdîtina ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, bi awayekî nehênî serdana Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê kir.

Mccain di serdana xwe ya bo Kobanê de ligel şêwirmendên leşkerî yên Amerîka û fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) civiya.

Rojnameyê da zanîn, serdana Mccain ji Kobanê re hevdem bû ligel rêveberiya nû ya Amerîka bi guhartina stratîjiya Washingtonê li hember Sûriye û şerê li diî DAIŞê.

Nivîsgeha Mccain di daxuyaneyekê de gotiye,  Mccain bo seredana hêzên Amerîkî yên li Sûriyê  belavkirî ne bike, çûye  bakurê Sûriyê û ji bo gotûbêjkirina pirsa rûbirûbûna terorê û operasyona kontrolkirina Reqayê.

Bajarê Kobanê piştî rizgarkirina ji DAIŞê
Bajarê Kobanê piştî rizgarkirina ji DAIŞê

Piştî rizgarkirina Kobanê ji destê DAIŞê, Amerîka hêzeke xwe li navçê bicih kir. Ji aliyekî din ve jî Amerîka di operasyona Hêrsa Ferêt ya kkontrolkirina Reqayê de piştgîriyê dide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)

Tevî gotin û daxuyanyên Tirkiyê ku dibêje ew digel Amrêkayê de gihane têgihêştinekû bo dûrkirina HSDê ji operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê, lê kiryarên Amerîkayê wê yekê nîşan nadin, bi taybet piştî aşkerekirina seredana Sînatorê Amerîkî John Mccain ji bo Kobanê.