Asayişa Rojava xwe ji Minbicê vekişand

Asayişa ser bi Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, xwe ji bajarokê Minbicê vekişandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa ser bi Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, xwe ji bajarokê Minbicê vekişandin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Asayişa Rojava Ciwan Îbrahîm ragihand, ku niştcihên bajarokê Minbicê dikarin herêma xwe biparêzin û birêve bibin û niha asayşa wan li wî bajarokî nemaye û xwe jê vekişandiye.

Ciwan Îbrahîm got jî, ku wan erkê parastina Minbicê daye hêzên ewlekarê yên hundirê Minbicê, yên ku ji niştecihên wî bajarî pêk tên û her dema ku daxwaza alîkariyê bikin ew dikarin alîkariya wan bikin.

HSDê ku YPG hêza wê ya sereke ye ligel Encûmena Leşkerî ya Minbicê di roja 1 Hezêrana 2016an dest bi operesyona rizgarkirina Minbicê kir û roja 12 Tebaxê Encûmena Leşkerî ya Minbicê karîn Minbicê bi tevahî rizgar bikin.

Tirkiye, ji rizgarkirina Minbicê ji aliyê HSD û YPGê ve dilgiran bû û gelek caran ji Amerîka dawaz kir, ku YPG li Minbic û rojavayê Çemê Ferêt vekişe.

Fermandaria giştî yê YPGê roja 16 Mijdara 2016an ragihand, piştî rizgarkirina bajarokê Minbicê ji çekdarên DAIŞê û bi armanca tevlîbûna operasyona Reqayê wan hêzên xwe ji wî bajarokî vekişandin.