Zarokên Sûrî xewn û xeyalên li ser tabloyan nîşan didin

Zarokên penaber ên ku ji ber şerê Sûriyê berê xwe dane Tirkiyê, li Stenbolê di pêşangeheke hunerî de bi wêneyên ku destê xwe xêz dikin peyama xwe ya aştiyane bo cîhanê radigihînin.

 

K24 – Stenbol

Zarokên penaber ên ku ji ber şerê Sûriyê berê xwe dane Tirkiyê, li Stenbolê di pêşangeheke hunerî de bi wêneyên ku destê xwe xêz dikin peyama xwe ya aştiyane bo cîhanê radigihînin.

Dest û bendê xwe ji bo jiyaneke bê şer badidin û wêneyên xwe bo aştiya cîhanê xêz dikin. Zarokên penaber ên Sûrî ku ji ber şer, ji welatê xwe dûr ketine û li Stenbolê dijîn di pêşangeheke hunerî de jiyana ku xewna wan dixemilîne li ser tabloyê nîşan didin.

Zarokeke penaber ji K24ê re dibêje: “Li vir ez fêrî xêzkirina wêneyan dibim, ez ji vê hunerê pir hez dikim. Dixwazim vegerim welatê xwe vî karî bikim lê şer heye loma nikarim biçim.”

Li ser wêneyên ku bi destên biçûk hatine xêzkirin, hesreta welêt xwe nîşan dida. Zarokeke din jî dibêje: “Di vê pêşangehê de fîstan û zarokên biçûk xêz dikim. Ji bo pêşerojê jî dixwazim karê wênesaziyê bikim.”

Di pêşangehê de di nav zarokan de zaroka herî biçûk Rûhaya 3 salî ye. Rûha, ji yên din cudatir li ser tabloya xwe kevokên ku wek sembola aştiyê tê zanîn xêz dike. Rûha dibêje: “Ez di vê pêşangehê de bi van boyaxan, wêneyên zarok û kevokan xêz dikim.”

Wêneyên li ser zarokan ku dema şer hatine girtin jî di pêşangehê de cîh digire.

Mamosteyê Wêneyê Husam Allun li vê pêşangehê ji K24ê re got: “Ez wekî mamoste, wênexêzkirinê nîşanî zarokan didim. Ez dixwazim bila hemû kes bala xwe bide ser van zarokan û guh bidin daxwaza zarokan. Mafê zarokên penaber jî heye ku weke zarokên din di nav aramiyê de bijîn.”

Peyama hemû zarokên penaber heman e: Bila şerê li Sûriyê bi dawî bibe, ne li xerîbiyê, li welatê bav û kalê xwe mezin bibin.

 

Fly Erbil Advertisment