Girtiyên Kurd bangewaziya ENKSê dikin

Girtiyên Kurd di zindanên rêjîma Sûriyê de bangewaziyekê ji Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) re dişînin, da li ser serbestberdana wan bixebitin.

 

K24 – Qamişlo

Girtiyên Kurd di zindanên rêjîma Sûriyê de bangewaziyekê ji Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) re dişînin, da li ser serbestberdana wan bixebitin.

Serkirdên ENKS'ê dibêjin ku ew rewşa girtiyan bi giştî û taybet yên Kurd di zindanên rêjîmê de dişopînin û tekez dikin ku dosya girtiyan dê yek ji xalên sereke be di danûstandinên Cinêvê de, herwiha dê hemû hewildanên xwe bikin da fişarê li ser rêjîmê zêdebikin ku carên berê rêlîma Sûriyê ev xal paşguh dikir.

Ji destpêka kirîza Sûriyê bi sedan xelk ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatine girtin, ku di nav wan de bi dehên çalakvan û nivîskarên Kurd hene, û li gorî bangewaziya girtiyên Kurd girtî di rewşeke xirab de dijîn. Di demekê de ku xala serbestberdana girtiyan yek ji xalên sereke ne di danûstandinên Cinêvê de û ev yek karînên çêkirina fişareke zêde ji aliyê saziyên navdewletî ve li ser rêjîmê zêdetir dike.