Şaredarê Stewrê hate binçavkirin
Şaredarê Stewrê yê DBPê Mehmet Aydin Alokmen hate binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şaredarê Stewrê yê DBPê Mehmet Aydin Alokmen hate binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de îro li hemberî Şaredariya navçeya Stewrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) operasyon pêk hat.
Polîsan bi ser şaredariyê de girtin û ala Tirkiyê danîn ser avahiya şaredariyê. Herwiha bi ser mala Şaredar û 6 kesên dî de jî girtin.
Heta niha Şaredarê Stewrê Mehmet Aydin Alokmen û 4 kesên dî hatine binçavkirin.
Ji bo girtina 2 kesên din jî operasyon berdewam dike.
Şaredarê Stewrê li Rêveberiya Asayîşê tê lêpirsînkirin.