Selûm: Kesên li Cinêvê ne, nûnertiya gelê Sûriyê nakin

Hevserokê Sîstema Federalîzma Bakurê Sûriyê derbarê danûstandinên Cenêvê de radigihîne, danûstandin dê bidawî bibin û dê binpê bibe û dê perçebûnê jî zêde bike.

K24 – Qamişlo

Hevserokê Sîstema Federalîzma Bakurê Sûriyê derbarê danûstandinên Cenêvê de radigihîne, danûstandin dê bidawî bibin û dê binpê bibe û dê perçebûnê jî zêde bike.

Hevserokê Sîstema Federalîzma Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm ji K24ê re ragihand, ew biryarên danûstabdinên Cinêvê li xwe negirin. Selûm tekez dike ku kesên li Cinêvê ne, nûnertiya gelê Sûriyê nakin, lê belê pirojeya federalîzma Bakurê Sûriyê ewê berjewendiyên gel bicî bike.
Selûm got: “Ev danûstandin dê bidawî bibin û dê binpê bibe û dê perçebûnê jî zêde bike. Berî niha me gotiye em cîbecîkirina biryarên Cenêvê li xwe nagirin, em ne lawaz in da bi navê me biaxivin û biryara bidin, em nûnertiya gelê xwe dikin.”