Civîna Barzanî û Erdogan dest pê kir

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Koşka Mabeyn ya Stenbolê dest pê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Koşka Mabeyn ya Stenbolê dest pê kir.

Li gor zanyariyan, ku pirsên serxwebûna Kurdistanê, şerê DAIŞê, operasyona Mûsilê û Reqayê û pêwendiyên di navbera herdu aliyan de tewerên sereke yên civînê ne.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihêşte firokxaneya Ataturk ya Stenbolê û ji aliyê Şêwirmendê Wezarta Derve yê Tirkiyê ve hate pêşwazîkirin.

Li firokxaneya Ataturk ya Stenbolê bo pêşwazîkirina li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hikûmeta Tirkiyê bi awayekî fermî Ala Kurdistanê hilda.