Barzanî û Erdogan şerê DAIŞê û rewşa navçê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî bi serdanekê gihêşt Tirkiyê, ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan civiya û şerê DAIŞê, kontrolkirina Mûsilê, rewşa Sûriyê û navçê gotûbêj kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî bi serdanekê gihêşt Tirkiyê, ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan civiya û şerê DAIŞê, kontrolkirina Mûsilê, rewşa Sûriyê û navçê gotûbêj kirin.

Malpera fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir “Roja yekşem 26.02.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi serdanekî fermî û li ser vexwendina Serok Komarê Tirkiye gihîşte Tirkiye û li firokxaneya bajarê Stenbolê ji aliyê Umît Yalçin Yarîdederê Wezîrê Derveyê Tirkiyê ve hate pêşwazî kirin û pêşwazîkirin jî hevdem bû li gel hilkirina ala Kurdistanê li firokxaneya Stenbolê. Paşê her li bajarê Stenbola Tirkiye Serok Barzanî û birêz Receb Teyîb Erdogan Serok Komarê Tirkiye civiyan.”

Malpera Serokatiyê ragihand jî “Li kombûnê da ku Berat Bayrak Wezîrê Uze (Enerji) û Ahmed Yildiz Cîgirê Wezîrê Derve û Hakan Fîdan Serokê Dezgeha Hewalgiriya Tirkiye amade bûn, peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye bi taybet li warê aborî de xistin ber behs û guftûgoyan û ji bilî balkişandina li ser encamên serdana berê yê Serok Wezîrê Tirkiye ya Herêma Kurdistanê, Serok Komarê Tirkiye ragihand ku ji bo nirxandina rewşa aboriya Herêmê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê vedixîne bo ku serdana Tirkiye bikin.

Malperê amaje bi wê yekê kir “Li beşekî dinê civînê de behsa şerê terorîstên Da'îş û qonaxên operasyona azadkirina Mûsilê kirin û Serok Komarê Tirkiye piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî DAIŞê dupat kir.”

Malpera fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar jî “Her li vê kombûnê da di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û Sûriye û konferansa Cenev û guhertinên dawî ya li hevkêşeyên navdewletî ku bandorê li ser navçeyê dikin û her wiha peywendiyên di navbera Iraq û Tirkiyê de danustandina bîr û ramanan kirin.”

Li dawiyê diyar kir “Li vê hevdîtinê de Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanda li gel Serok Barzanî pêkanîbûn.”