Ehmed Turk: Barzanî daxwaza azadkirina Demîrtaş kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda pê re li Enqerê ligel Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda pê re li Enqerê ligel Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) civiya.

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Enqerê paytexta Tirkiyê ligel şandeke DBPê civiya, ku ji siyasetmedar û Şaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê yê berê Ehemd Turk û Şaredarê Agiriyê yê DBPê Sirri Sakik pêk hatibû.

Piştî bidawîbûna civînê, di konferaseke rojnamegerî de Ehmed Turk amaje bi rola Barzanî di proseya aştiyê li Tirkiyê de kir û ragihand “Serok Barzanî di civîna ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan daxwaza azadkirina Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş kir.”

Di daxuyaneke taybet de ji K24ê re Şaredarê Agiriyê yê DBPê Sirri Sakik got: “Karîgeriya Barzanî li ser Kurd û Turkan heye.”

Herwiha Sakik daxwaz kir jî, şer û pirsgirêkên li Tirkiyê bi guftûgo û aştiyê çareser bibin û hevserok û parlementerên HDPê jî bên azadkirin.

Peyamnêrê K24ê li Enqerê Azad Altun ragihand, her îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li koşka Çankayayê bicive û pêwendiyên siyasî û aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gotûbêj bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh bi serdanekê gihêşt Tirkiyê û li firokxaneya Ataturk ya Stenbolê ji aliyê berpirsên pilebilind yên Wezareta Derve ya Tirkiyê bi bilindkirina Ala Kurdistanê hate pêşwazîkirin û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan civiyabû.