Nêçîrvan Barzanî û Mîr Tehsîn Beg avakirina navçeyên azadkirî gotûbêj kirin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pirsa avakirina navçeyên azadkirî û rewash navçê ligel Mêrê Êzisdiyan Mîr Tehsîn Beg gotûbêj kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pirsa avakirina navçeyên azadkirî û rewash navçê ligel Mêrê Êzisdiyan Mîr Tehsîn Beg gotûbêj kir.
Malpera Fermî yê Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, îro danê sibê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Birêz Mîr Tehsîn Beg Mîrê Êzidiyan li Kurdistan û cîhanê civiya, ku duh ji derveyî welat vegerî Herêma Kurdistanê.
Di hevdîtinê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xêrhatina Mîr Tehsîn Beg kir, bi boneya koça dawî ya hevjîna wî jî serxweşî lê kir.
Di beşeke din ya wê hevdîtinê de, behsa dawî pêşhatin û rewşa Êzidiyan li navçeyên azadkirî hate kirin û plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo avakirina navçeyên azadkirî gotûbêj kirin. Herwiha çend pirsên din yên girêdayî bi rewşa niha ya navçê û deverên Êzidiyan bi taybetî, mijarên din yên hevdîtinê bûn.
Piştî nêzîkî sê salan, Mîrê Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg bi riya firkxaneya Hewlêrê ya Navdewletî vederiya Herêma Kurdistanê û ji aliyê Nûnerên aliyên siyasî û Parêzgarê Hewlêrê ve hate pêşwazîkirin.