Li Diyarberê teqînek rû da
Li navçeya Sûr ya Diyarbekirê teqînek rû da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Sûrê ya bajarê Diyarbekirê teqînek rû da.
Teqîn îro danê nîvro li gundê Karpuzluyê ser riya hêsinî rû da. Bombeya ko ser riya hêsinî hatibû bicih kirin ji dûr ve hate teqandin û 10 vagonên trenê qulibîn. Lê ti ziyanên canî nebûn.
Piştî bûyerê di çarçoveya bergiriyên ewlekariyê de hejmarek zêde ambûlans li cihê teqînê hatin şandin.
Dengê teqînê ji navenda bajêr jî hate bihîstîn.
Duh jî li ser riya Mêrdîn û Diyarbekirê teqînek rû dabû û rê hatibû girtin.