20 sal zîndan ji Leyla Zana re tê xwastin

Ji bo Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Zana 20 sal zîndan tê xwastin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Zana 20 sal zîndan tê xwastin.

Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê bi tuhmeta endametiya di rêxistineke teroristî ya çekdarî û piştevanîkirina li tawan û tawanbaran, daxwaza sizaya 20 sal zîndan bo Parlementera HDPê Leyla Zana dike.

Doza li dijî Leyla Zana ji 156 rûpelan pêk tê û ji aliyê Pêncemîn Dadgeha Tawanên Giran jî hate pesendkirin.

Hat ragihandin ku Leyla Zana bi tawana ew di sala 2012an de di Roja Cîhanî ya Jinan û di pîrozbahiyên cejna Newrozê de beşdar bûye û axaftin kiriye, tê tumetbarkirin.

Tawaneke din ya doza Leyla Zana ew e, ku di sala 2011an heta 2014 beşdarî 26 civînên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye.

Di sala 1991an de Leyla Zana li parlamentoyê bi Kurdî sûnd xwaribû û di wê demê de rastî helwesteke hişk hatibû. Herwiha di Adara 1994an parêzbendiya wê hatibû rakirin û bi 15 salên girtîgehê hatibû cezakirin, lê piştî 10 salan û di 8 Hizêrana 2004an de hate azadkirin.

 

 

Fly Erbil Advertisment