Amerîka Karwaneke din ya alîkariyên serbazî digihîne HSDê

Karwaneke din ya alîkariyên serbazî ji aliyê hêzên Amerîka ve gihêştin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)

K24 – Navenda Nûçeyan

Karwaneke din ya alîkariyên serbazî ji aliyê hêzên Amerîka ve gihêştin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)

Li gor zanyariyên K24ê, di 48 demjimêrên bor de karwaneke din yên alîkariyên serbazî ji aliyê Amerîka ve û di riya Başûrê Kurdistanê re gihêştin destê HSDê.

Ev alîkariyên Amerîkî piştî serdana Fermandarê Fermandariya Navendî yên Hêzên Amerîka General Joseph Votel ji Rojavayê Kurdistanê re û hevdîtina wî bi fermandarên HSDê re tên.

HSDê ku di roja 5 Mijdara 2016an de dest bi operasyona Reqayê ya bi navê “Hêrsa Ferêt” kiribû û niha qonaxa sêyemîn yaw ê operasyonê birêve diçe. Berpirsên HSDê dibêjin, ku Votel di serdana xwe de gerentî daye HSDê ku Tirkiye beşdarî operasyona Reqayê nabin.

Tê zanîn ku 4 navendên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê hene, piştî destpêkirina operasyona Reqayê ji aliyê HSDê ve jî, alîkariyên Amerîka bo HSDê bêhtir dibe.