Agirbest di navbera Pêşmerge û PKKê de hate ragihandin
Piştî şerê îro yê di navbera Pêşmergeyên Roj û PKKê de, fermandariya herdu aliyan agirbestek demkî ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî şerê îro yê di navbera Pêşmergeyên Roj û PKKê de, fermandariya herdu aliyan agirbestek demkî ragihandin.
Îro li Komelgeha Xanesor a ser bi devera Şingalê di navbera Pêşmergeyên Leşkerên Roj û hêzeke ser bi PKKê ve ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de şer derket.
Ji bo asayîkirina rewşa Xanesorê, berpirsên Wezareta Pêşmerge û fermandeyên PKKê bi hev re civiyan û agirbesteke demkî bo 24 demjimêran ragihandin.
Komelgeha Xanesorê dikeve bakurê rojavayê zincîreya çiyayê Şingalê û rojavayê nahiya Sinonoyê.