Bozan: PYD bi girtinê dixwaze têkçûnên xwe veşêre
Li Kobanê, hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve bi ser malên welatiyan ve digirin û wan binçav dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Kobanê, hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve bi ser malên welatiyan ve digirin û wan binçav dikin.
Endamê Xwecihiya ENKSê li Kobanê Ednan Bozan ji K24ê re ragihand, ji duh ve, ji piştî pirsgirêkên ku di navbera Pêşmerge û PKKê de li Xanesorê derketin û piştî ku HSD û YPGê gundên rojavayê Minbicê radestî hêzên rêjîma Sûriyê kirin, YPG bi awayekî ne tund êrîşî ser malên xelkên Kobanê dike.
Bozan got. “YPGê ji nîvê şevê û bi şûn ve bi ser malan de girt û xortê Kobanê girtin, da ku xelkê ji mijara vekişandina ji Minbicê mijûl bike.”
Bozan amaje bi wê yekê kir, kesên ku êrîşî ser malan dikin, kesine ser rûyan wan nixumandî ne û bi PYDê ve ne, çi hêzên asayişê bin û çiwanên şoreşger bin.
Bozan navên ku ji aliyê wan kesên nixumandî ve hatin binçavkirin û gihêştine destê wan aşkere kir, ku Fêsel Miho Zade, Feyad Miho Zade, Siyamend Xalid Sincar, Mihemed Salih Elî, Mihemed Hebeş, Mihemed Şahîn in. Herwiha êrîşî mala çalakvanê hiqûqî Mehmûd Ker'o jî kirin.
Bozan da zanîn jî, ku hemû xortên ji aliyê kesên rûyên wan nixumandî ve hatine girtin, endamên partiyên di nava ENKSê de ne û ew hemû jî berve cihekî ne diyar ve hatine birin.