Amerîka hêzeke zêde dişîne Rojavayê Kurdistanê
Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) pêşniyara berferehkirina hêza xwe di operasyona rizgarkirina Reqayê de gotûbêj dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) pêşniyara berferehkirina hêza xwe di operasyona rizgarkirina Reqayê de gotûbêj dike.
Rojnameya “Washington Post” a Amerîkî belav kiriye, ku dibe Amerîka hêzên bêtir di wê operasyona Reqa de beşdar bike, di nav de hêzên taybet, topxane û helicopter. Herweha şandina hêzeke serbazî bêtir ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên Erebî yên di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de.
Her li gor rojnameyê, Pentagonê pêşniyara zêdekirina hêzên Amerîkî li Sûriyê gotûbêj dike, ku niha hejmara wan digihe 500 leşkirî, lê ew hêz rasterast tevlî şer nabe.
Duh jî Amerîka karwaneke leşkerî şandibû Rojavayê Minbic, ku niha şer di navbera çekdarên “Mertala Ferêt” û Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya ser bi HSDê ve li wê deverê heye.
Kolonel John Dorian ev nûçe piştrast kir û li ser hejmara xwe ya “Twitter” belav kir, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Minbic û derdora wê çalak in û hebûna hêzên wan li derdora Minbicê zêde kirine, bo rêgirtina li pêş her êrîşekê.