Ehrar El-Şam: Me firokeya Mîg 23 xiste xwarê

Grûpa çekdar “Ehrar El-Şam” radigihîne ku wan firokeya şer ya Sûriyê xistiye xwarê û dîmenên ketina firokeyê jî belav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpa çekdar “Ehrar El-Şam” radigihîne ku wan firokeya şer ya Sûriyê xistiye xwarê û dîmenên ketina firokeyê jî belav dike.

Firokeyeke şer ya Sûrî ji cura Mîg 23 duh li navçeya Hatayê ya Tirkiyê li nêzîkî sînor ketibû xwarê.

Medyayê Tirkiyê belav kiribûn, ku firokvan karî xwe rizgar bikira û bo nexweşxanê hate veguhastin, lê ti zanyariyên din derbarê rewşa wî ya tenduristî nehat belavkirin.

Herwiha artêşa Sûriyê jî di daxuyaniyekê de ragihand, pêwendiyên wê bi firokeyeke şer re hatiye birîn, ku ew firoke bi erkê çavdêriyê li nêzîkî sînorê Tirkiyê bû.

Grûpa çekdar “Ehrar El-Şam” ji ajansa “France Press” re ragihand, wan firokeyeke rêjîma Sûriyê xistiye xwarê, ku li esmanê parêzgeha Idlibê difiriya û êrîşeke esmanî encam dida.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim di vê derbarê de ragihand, sedema ketina firokeyê ne diyar e, lê amaje bi rewşa keşûhewaya wê navçê ya ne baş jî kir.

Xelkê gundê Samandaxê ya li Tirkiyê ji ajansa “Dogan” re gotin, derdora 18:30 dengekî bihêz bihîstin û polîs agahdar kirin.

 

Jêder: Alarabiya