"Pêwîst e çek wekî rêya çareseriyê neyên dîtin"
Dema ku DAÎŞ ji bo hemû cîhanê wekî gefekê hat qebûlkirin kurdan li hember DAÎŞ’ê serkeftinên mezin bi dest xistin û di qada navneteweyî de prestîja Kurdan bilind bû. Niha jî tê nîqaşkirin ku gelo pevçûna li Şingalê di navbera YBŞ û Pêşmergeyan de rû dayî dê bandorê li ser prestîja Kurdan bike yan na. Çavdêrên siyasî û siyasetmedar amaje dikin ku ew di wê baweriyê de ne ku dê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî vê pirsgirêkê bi siyaseta xwe ya aqilmend çareser bike.
K24 – Diyarbekir

Pevçûna di navbera YBŞ û Pêşmergeyan de di nav hemû Kurdan de rastî nerazîbûnan hat û gelek partî û rêxistinên Kurdan; di derbarê bûyerê de daxuyaniyên nerazîbûnê bi raya giştî re par ve kirin. Akademîsyen û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê jî amaje dikin ku, ew hêvî dikin di pêvajoya girîng a Serxwebûna Kurdistanê de ev bûyer bandoreke neyînî li ser qada navneteweyî neke.
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistan PAK’ê Mûstafa Ozçelîk jî diyar kir ku, ji bo di qada navneteweyî de ev mijar bandorên neyînî bi xwe neyne, pêwîst e di derbarê Şingalê de biryar ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve werin dayîn.
Ozçelîk ji K24ê re wiha axivî: “Başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve diçe, ji bo welatên Ewropi serdanên girîng çêbûn û her wiha welatên Ewropî jî serdana Kurdistanê kirin. Bûyerên bi vî rengî mixabin bandoreke xirap li ser qada navneteweyî dike.”
Akademîsyenên Kurd jî balê dikişînin dîrokê û amaje dikin, ku bûyerên wiha tenê destê dijminên Kurdan bihêz dikin û pêwîst e mekanîzmayek were avakirin da ku bikaribin pirsgirêkan bêyî bikaranîna çekan çareser bikin.
Akademîsyen Mûhammed Gozutok jî dibêje ku, rûdanên wiha di qada navneteweyî de xizmeta Kurdan nake. Gozutok got jî: “Hikumeta Bexda jî ji van pevçûnan keyfxweş dibe. Niha Heşda Şabî li der dora Mûsilê operasyonan li dar dixe. Dibe ku piştî van operasyonan berê xwe bidin deverê kurdan û dibe ku berê xwe bidin Şingalê jî”
Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê, prestîja Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya di qada navneteweyî de wekî temînata îmaja Kurdan dibînin û di wê baweriyê de ne ku Serok Barzanî vê pêvajoyê jî bi aqilmendî derbas bike.