Gera din ya civîna Astanayê hat diyarkirin

Gereke din ya civînên Astanayê di navbera aliyên Sûrî de dê 13 û 14 vê mehê birêve biçin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Gereke din ya civînên Astanayê di navbera aliyên Sûrî de dê 13 û 14 vê mehê birêve biçin.

Wezîrê Derve yê Kazexistanê Xîrat Ebdilrehmanov îro ragihand, civînên Astanayê yên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê ya ku li ser agirbestê îmze kirina de, di 13 û 14 vê mehê de birêve biçe.

Ebdilrehmanov got, ew derbarê destnîşankirina demê civînan digel aliyên ku serpereştiya civînan dikin axiviye û amaje bi wê yekê jî kir, ku opozîsyona Sûriyê dudilî ye derbarê cibicînebûna mercên agirbesta li Sûriyê.

Di dawî gera Astanayê de, aliyên beşdar derbarê pêkanîna mîkanîzma çavdêriya agirbestê lihev kiribûn.

30 Berçileya 2016an agirbesta bi serpereştiya Rûsyê û Tikriyê li Sûriyê hate cibicîkirin, ku digel hikûmetê 14 yekîneyên opozîsyonê li ser rêkeftina agirbestê îmza kirin.

Di 23 Çileya borî de yekem gera civîna Astanayê dest pê kiribû. Tirkiye, Rûsya, Îranê û Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura lihev kirin ku binpêkirina agirbesê bi mekanîzmayeke 3 alî ya hevpar were cibicîkirin û çavdêrîkirin.