Ebadî gihêşte Hewlêrê
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di riya firokxaneya Hewlêrê ya navdewletî re gihêşte Paytexta Herêma Kurdistanê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di riya firokxaneya Hewlêrê ya navdewletî re gihêşte Paytexta Herêma Kurdistanê.
Li firokxaneyê hejmarek ji berpirsên pilebilind yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Ebadî kirin.
Tê çaverêkirin, Ebadî ligeê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.
Berî serdana xwe bo Hewlêrê, Ebadî serdana beşê rizgarkirî ji Mûsilê kir û ligel fermandarên artêşa Iraqê civiya.
Di konferanseke rojnamevanî de Ebadî rizgarkirina komelgeha Fermangehên Hikûmî li Mûsilê ragihand.
Herwiha Ebadî ragihand, çekdarên DAIŞê nikarin di şer de li ber xwe bidin û tenê du rê li pêş wan hene, ew jî yan xwe radest bikin, yan jî divê xwe bikujin.