Li Diyarbekirê pêşwaziya 8’ê Adarê
Li Diyarbekirê, bernameya pîrozbahiya 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê diyar bû. Bername dê bi hevkariya jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA), hatiye amadekirin û li gorî bernameyê dê li Qada Îstasyonê mîtîng were lidarxistin. Meclisa Jinên CHP’ê jî ragihand ku ew ê jî di nav vê mitîngê de cihê xwe bigirin.
K24 – Diyarbekir

Bernameya pîrozbahiyê, dê sibê (08.03.2017) saet di 11:00’an de li Qada Îstasyonê dest pê bike û dê heta saet 17:00’an dewam bike. Parlementerên HDP’ê yên Diyarbekirê, Feleknas Ûca, Sîbel Yîgîtalp û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, wekî axaftvan tevlî bernameyê dibin.
Ji bilî axaftvanan, dê hunermend û koma govendê jî di nav bernameyê de cihê xwe bigirin.
Her sal di pîrozbahiyên 8’ê Adarê de jin, bi dirûşimekê li qadan dicivin. Ji bo îsal jî dirûşima; “ Ew ê Bi berxwedana Jinê, Azadî Bi Ser Bikeve!” hatiye diyarkirin.