Salih: Divê ji piştî DAIŞê karibin aramiyekê pêyda bikin

Damêzrênerê Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê Berhem Salih ragihand, bi hevahengiya her aliyekê û Pêşmerge û artêşa Iraqê DAIŞê berve têkşikandinê diçe, lê pirsa mezin ew e, çawa ji piştî DAIŞê karibin aramiyekê pêyda bikin, bo careke din ev karesata li navçê rû nede.

K24 – Silêmanî

Îro li bajarê Silêmaniyê 5emîn Dîdara Silêmaniyê dest bi karê xwe kir û di wê dîdarê de hejmarek ji siyasetmedar û akademisyen beşdar in, qonaxa piştî DAIŞê gotûbîj dikin.

Damêzrênerê Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê Berhem Salih di gotara destpêkê yaw ê dîdarê de ragihand, di warê serbazî de, DAIŞê bidawî dibe, lê pêwîst e rûbirûyî tindûtûjî bibin û çareseriyan ji pirsgirêkan re bibînin.