Li Qamişlo serkirdeyekî PDK-Sê hate binçavkirin
Asayişa Rojava endamê Komîta Şêwirmendiyê ya PDK-Sê Şemdîn Nebî binçav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Rojava endamê Komîta Şêwirmendiyê ya PDK-Sê Şemdîn Nebî binçav kir.
Li gor zanyariyên K24ê, îro danê êvarê Asayişa Rojava endamê Komîta Şêwirmendiyê ya PDK-Sê û Berpirsê Nivîsgeha Rojhilatê Qamişlo ya ENKSê Şemdîn Nebî binçav kir.
Hêzên Asayişa Rojava, bi ser Nivîsgeha Rojhilatê Qamişlo ya ENKSê de girtin û Şemdîn Nebî binçav kirin.
Tê zanîn îro jî, grûpekê ku ser rûyên xwe nixumandî bûn êrîşî ser baregeha rojhilatê Qamişlo ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) kirin û agir berdan wê baregehê û şewitandin.