Li Licê leşkerekî Tirk hate kuştin
Li gor zanyariyên medyaya Tirkiyê, di dema Operasyona leşkerên Tirk di navbeyna Lice, Xanî û Qulpê de şer di navbeyna gerillayên PKK û Artêşa Tirkiyê de derketiye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor zanyariyên medyaya Tirkiyê, di dema Operasyona leşkerên Tirk di navbeyna Lice, Xanî û Qulpê de şer di navbeyna gerillayên PKK û Artêşa Tirkiyê de derketiye.
Di encamê şer de, leşkerek Tirk hatiye kuştin û 4 gerillayên PKK jî jiyana xwe ji dest dan e. Bi vê awayî hejmara gerillayên PKK di vê operasyonê de jiyana xwe ji dest dayî gihiştiye 8an.
Herweha hate ragihandin, ku gelek çekên gerillayên PKK jî, ketine dest leşkerên Tirkiyê de. Di nav wan de 6 kelaşînkof, 2 M – 16, 3 demançe û herweha 431 kilo maddeyên hoşber.
Operasyona leşkerên Tirkiyê li deverê berdewam e.