Hêmin Hewramî: Serok Barzanî gihêştiye xala yekalîkirî
Di pêncemîn Dîdar Silêmaniyê de, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, pêwîste girîngiyê bidin xaka Iraqê û duyem ew navçeyên ku cihê nakokiyê ne, bi hevbeşî birêve bibin. Li hember vê daxuyaniya Ebadî, Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Herêma Kurdistanê bersiva Ebadî da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di pêncemîn Dîdar Silêmaniyê de, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, pêwîste girîngiyê bidin xaka Iraqê û duyem ew navçeyên ku cihê nakokiyê ne, bi hevbeşî birêve bibin. Li hember vê daxuyaniya Ebadî, Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Herêma Kurdistanê bersiva Ebadî da.
Di perawîza beşdarîkirina di Dîdara Silêmaniyê de, Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî ji K24ê re ragihand, Ebadî ji Malîkî cuda ye, lê nabe çaverêya her tiştekî jê bikin û nabe jî wan pêşbîniyan jî bikin, ku Ebadî dixwaze pirsa serxwebûnê yekalî bike. Ebadî siyasetmedarekî Iraqî ye û hilbijartin li pêş wî ye. Bo me pirseke me heye û rast e niha Ebadî serokwezîr e û divê ligel wî diyalogê bikin.”
Hewramî got. “Pirsa me ne pirseke kesayetî ye. Pirsa mafê çarenivîsa gelê Kurdistanê ye ku Iraq di du ezmûnan re derbas bû, ji sala 1921 heta 2003an û ji 2003an ji rûxandina rêjîma Beis û heta 2014an, di wê demê komek ji hikûmetan hatin, lê bo me pirsek heye û Cenabê Serok gihêştiye xala yekalîkirinê, ew jî ew e, ku nikarin vegerin pêş hatina DAIŞê û em nikarin bibin beşek ji pêşerojeke şikestî.”
Hewramî got: “Me ligel Ebadî û Amerîka rêkeftineke me heye, ew navçeyên berî 17 Cotmeha 2016 ku Kurd tê de bûn, ew navçeyên Kurdistanî ne. Navçeyên ji piştî 17 Cotmeha 2016 hatine rizgarkir, guftûgo dê li ser wan bêne kirin.”
Derbarê helwesta Amerîka li ser wî pirsê, Hêmin Hewramî got: “Ez di hemû civînên Serok yên ligel Amerîkan de beşdar bûm û Munchenê 4 civînên ligel Amerîka hebûm û li her 4 civînan de tekezî li ser wê yekê kir, ku Kurd hevpeymanên stratîjîk yên Amerîka ne û pêwendiyên Kurd û Amerîka ne tenê bi şerê DAIŞê ve girêdayî ye.”
Hewramî got jî: “Rasperdeya Amerîka ew e ku di nava xwe de lihev bikin û ew navçeyên ku piştî 17 Cotmeha 2016an de hatine rizgarkirin ligel Bexdayê dest bi guftûgoyê bikin û piştre jî bi referandûmekê yekalî bibin.”