HSD gihêşte çemê Ferêt li parêzgeha Dêrezorê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gihişte çemê Ferêt li bakurê Dêrazorê, niha jî Reqa ji sê aliyan ve hatiye dorpêçkirin, herwiha şervan hewl didin ku derbasî aliyê din ji çem Ferêt bibin.

 

K24 – Parêzgeha Dêrezorê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gihişte çemê Ferêt li bakurê Dêrazorê, niha jî Reqa ji sê aliyan ve hatiye dorpêçkirin, herwiha şervan hewl didin ku derbasî aliyê din ji çem Ferêt bibin.

Fermandarê di HSD de Dijwar xebat ji K24ê re axivî û got: “Operasyona me ji 3 rojan de berdewam dikin. Em gihêştin çemê Ferêt û hêzên me bi dirêjahiya 11 k.m li ber çemî cihê xwe girtiye û me riya Reqa û Dêrezorê bi temamî birî. Niha jî berve Reqayê ve diçin.”

Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Xewla jî K24ê re got: “Li aliyê çepê ya çemê ferret Gundê Kubera ye, bi girîngiya xwe stratîjîk tê naskirin, devereke bilind e û hemû gir û çiyan e û çemê Ferêt jî dikeve başûrê wê. li vir kargeheke rêjîma Sûriyê bo çêkirina çekên kîmyaiî hebû, ev kargeh di sala 2002an de ji aliyê dewleta ve hat topbarankirin.”

Di encama oprasiyonên de nav gundan de, du çekdarên DAIŞê dîl hatin girtin.

Qonaxa sêyemîn ya operasyona Hêrsa Ferêt, tevahiya armancên xwe pêk anîn. Reqa dorpêç kiriye û ji başûr ve çemê Ferêt e, li gorî agahiyên peyamnêrê me bi destxistin, çekdarên DAIŞê tenê di riya qeyikan dikarin ji Reqayê vekişin, ji ber ku firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî hemû pirên başûrê Reqayê topbaran kirine.