Şirîn Xelîl: Bila êdî êşên cîhanê nebin behra jinên Kurd
Di Roja Jinên Kedkar a Cîhanî de li aliyekî jiyanê şahî, keyfxweşî û pîrozbahî hene. Li aliyekî jî kul û derdên jiyanê û penaberiyê bareke giran li milê jinên kurdan kiri ne û ji pîrozbahiyan bêpar in. Şirîn Xelîl jineke kurd a ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye ku ev 5 sal in li Diyarbekirê di nav êş û azaran de bi hesreta bajarê xwe dijî.
K24 – Diyarbekir

Şirîn Xelîl tîne ziman ku eger ew neçar nema ba, wê dest ji bajarê xwe bernedida û dibêje: "Roj bi roj jiyan li me teng dibû. Em derdiketin li ser caddeyan me seyyareyên hikumetê didîtin. Kehrebe l ime qut dikirin, av l ime qut dikirin. Rewşa Qamişlo gelek giran bibû."
Şirîn Xelîl dide zanîn ku dema ew li Qamişlo bû wê li gel malbat û hevalên xwe 8'ê Adarê bi coş û kelecanî pîroz dikir, lê niha ew ji wan rojan û deveran dûr e. Şirîn Xelîl amaje dike ku 8'ê Adarê mixabin bi salan e ku ji bo jinên kurd bîranîna êşên jinên kurd e.
Şirîn Xelîl got jî: "Cejna jinan a cîhanî ye. Serxwebûna pîrekê ye. Em dixwazin em jî di nava vê cejnê de cîh bigirin. Lê li cem me cejn tine ye. Welatê me wêran e. Me berê di nava milletê xwe de cejn dikir û em gelek keyfxweş bûn"
Jina penaber a kurd Şirîn Xelîl dibêje ku ew di Rojhilatanavîn de dijî, ew jin e û ew kurd e; ev her sê nasname di nava xwe êşên cuda dihewînin û li cem wê hatine ber hev. Ji ber vê yekê jî Şirîn Xelîl ji bo jinên kurd daxwaza azadî û dewleteke serbixwe dike.