Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li 242 saliya avakirina Silêmaniyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya 242yemîn salvegera avakirina bajarê Silêmaniyêو peyameke pîrozbahiyê arasteyî bajêr û niştecihên wê dike û wekî "navendeke dahênan û têkoşîna gelê Kurdistanê" bi nav dike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 14ê Mijdara 2026an, li ser hejmara xwe ya fermî li tora civakî ya "X"ê, peyamek bi boneya salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di 242yemîn salvegera avakirina wê de, germtirîn pîrozbahiyê arasteyî bajarê Silêmaniyê – melbenda wêje û hunerê, paytexta rewşenbîriyê – û tevahiya niştecihên wê yên xoşewîst dike.
Di beşeke din a peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê da ku Silêmanî her dem navendeke dahênan û têkoşîna gelê Kurdistanê bûye. Herwiha hêviya geşepêdan, avedanî û aramiya zêdetir ji bo bajarê Silêmaniyê û seranserê Kurdistanê dixwaze.
Bajarê Silêmaniyê di 14ê Mijdara 1784an de ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve li nêzîkî gundê Melkendiyê hat avakirin û wekî pêncemîn û dawîn paytexta Mîrnişîna Baban li dû Qelaçiwalanê hat nasîn; herwiha Îbrahîm Paşa wekî rêzgirtinekê ji bo bavê xwe (Silêman Paşa), navê Silêmaniyê li bajêr kir.
Silêmanî ji bilî ku navendeke girîng a bazirganî û rewşenbîrî bûye û zimanê xwendin û nivîsandinê bi zaravayê Soranî tê de pêş ketiye, di navbera salên 1922 heta 1924an de di serdema Şêx Mehmûdê Hefîd de paytexta Hikûmeta Kurdistanê bûye û di dîroka Kurdistanê de jî landika çendîn şoreş û raperînan bûye.
Her sal di 14ê Mijdarê de bîranîna damezrandina bajêr bi çalakiyên çandî û hunerî tê pîrozkirin; di salvegera 242 saliya îsal de jî çendîn çalakiyên curbecur – di nav de govend, pêşangeha fotografî û çandina 242 şitlan ji bo keskkirina jîngeha bajêr – li hewşa Serayê, taxên kevn û Parka Hewarî Şarê tên lidarxistin.