Partiya Komunîst a Kurdistanê dabeşkirina Herêma Kurdistanê red dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Komunîst a Kurdistanê (Hizba Şiyûî) li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya yekgirtiya Herêmê û redkirina dabeşkirina wê, kombûnên cemawerî rêk xistin.
Partiya Komunîst a Kurdistanê îro 14ê Mijdara 2026an, li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê kombûnên piştgiriya li Herêma Kurdistanê û redkirina dabeşkirinê lidar xistin û Endamê Serkirdatiya Partiya Komunîst a Kurdistanê Rêbaz Haşim gotara nerazîbûnê pêşkêş kir.
Di gotarê de û bi navê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê ve, Rêbaz Haşim ragihand ku ew daxwazê ji welatiyên seranserê Kurdistanê dikin bi her şêwazekî aram û şaristanî yê guncayî nerazîbûna xwe nîşan bidin û di berxwedana şaristanî de berdewam bin, heta bidestxistina yek Herêma yekgirtî, yek saziya parlamentoyê, yek hikûmeta yekgirtî û yekxistina hêzên Pêşmerge, Asayîşê, sîstema darayî û tevahiya saziyên dabeşbûyî.
Endamê Serkirdatiya Partiya Komunîst a Kurdistanê da zanîn jî ku armanca nerazîbûnên wan, dabînkirina pêdawîstiyên bingehîn ên wekî nan, kar, karebaya berdewam, sîstema perwerdeyê ya pêşketî û sîstema tenduristiyê ya dadperwer e ji bo xizmeta hejaran, ne ku yekdestkirina bazarî û qurbanîkirina civakê ji bo berjewendiyên teng ên hizbî.
Di beşeke din a gotara xwe de, wî da zanîn ku vegerandina sîstema zongerayiyê, dabeşkirina Kurdistanê, bikaranîna hêzê û zindîkirina nakokiyên berê, tevgerîna bi mentiqa "serkeftî û têkçûyî" ye. Ev yek jî bêguman tenê di berjewendiya dijmin û neyarên gelê Kurdistanê de ye û sûdê nade tu aliyekî din.
Di dawiyê de endamê serkirdatiya Partiya Komunîst a Kurdistanê tekez kir ku pirsgirêkên siyasî û aborî tenê bi rêya diyaloga niştimanî û bingehîn û li ser maseya gotûbêjeke vekirî tên çareserkirin; loma pêwîst e ew dergeh ji bo parastina destkeftên gelê Kurd vekirî bimîne.
Berî van kombûnan, Polîtburoya Partiya Komunîst a Kurdistanê di 12ê Mijdara 2026an de di bangewaziyekê de bi dirûşma "Em Herêmeke yekgirtî dixwazin", daxwaz ji welatiyan ji Zaxoyê heta Xaneqînê kiribû ku demjimêr 11ê beriya nîvroya îro li ber baregehên wan bi awayekî aştiyane kom bibin.
Ev helwesta Partiya Komunîst di demekê de ye ku zêdetirî du sal di ser hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê re derbas bûne û ji ber nakokiyên aliyên sereke, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê bi derengî ketiye.