Çawîşoglu: Em YPGê li Minbicê bibînin emê lê bidin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu da xuyakirin, Armanca Tirkiyê piştî Babê, Minbic e û ew bibiryar in ku YPG li Minbicê nemîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu da xuyakirin, Armanca Tirkiyê piştî Babê, Minbic e û ew bibiryar in ku YPG li Minbicê nemîne.

Çawîşoglu li Enqere bi nûnerên hin saziyên medya Tirkiyê re hat ba hev û got, bo stratejiyek hevpar ya operasyona Reqa xebat tê kirin û armanca wan ya sereke Minbic e. Dema ku li wê derê bi YPG re rûbirû bibin, ewê lê bidin.

Da xuyakirin, mijara YPG biqasî DAIŞ bo wan girîng e û ew qebûl nakin, Rûsya li Minbic û deverên din YPGê biparêze. Lê eger ji wan deveran YPG derxe, ewê piştevaniya Rûsya bikin.

Roja 2 Adarê jî Encûmena Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo parastina sivîl û bajarê Minbicê ji şer û pevçûnan û rêgirtin li pêş plana Tirkiyê bo dagîrkirina xaka Sûriyê, aliyê rojavayê bajarê Menbicê radestî hêzên rêjîma Sûriyê kirin, li ser wê yekê jî Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim gotibû ew ne li dij in ku Minbic bikeve destê hikûmeta Sûriyê.

Çawîşoglu her wiha derbarê betalkirina civînên wî yên li Almanya û Hollandayê de jî got, ev roja şemiyê diçe Hollanda û destûra civînê neyê dayîn jî ewê bi Tirkên wê derê re were ba hev.